ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêketina merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî

Merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ya Têhranê hat lidarxistin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) şeva bihurî  bi amadebûna hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî û parek ji berpirsên welêt û bi hezaran kes ji xelkê şîndar û tazîdar li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ya Têhranê hat lidarxistin.

Li vê rêûresmê pesinderên Ehlê Bêytê (s) ser fezîlet û taybetmendiyên hezretê Ebulfezl El Ebas (S) alahilgirê wefadar ê Kerbelayê û birayê Îmam Hisên (S) axivîn û nohe xwendin.

Başa dön tuşu