AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Şirnexê hejmara miriyên kaneyê zêde bû

Di encama herifîna kana komirê ya li Şirnexê de hejmara miriyên di bin de mabûn zêde bû. Kana li bajarê Şirnexê 17ê Cotmehê herifî bû û hatibû ragihandin ku 7 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyên dawî karkerekî din ê di bin kaneyê de mabû û bi giranî birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên kaneyê gihîşt 8 kesan.

Xortê bi navê Siddik Kabak ku 18 salî bû bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneyeke taybet a bajarê Dîlokê jiyana xwe ji dest da.

Felaketa kaneyê 17ê Cotmehê rû dabû û hatibû diyarkirin ku ew kane bi qaçaxî kar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu