IraqNûçeRojhilatanavin

Li Soran di sê rojan de 19 bûyerên şewatê derketin

Tenê di 72 demjimêrên borî de zêdetirî 19 bûyerên şewatê li deveran Soran pêkhatin û ji ber wê jî rûbereke zêde ya daristan û pûş şewitî.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristanî ya Soranê Raîd Beyar Balekî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin ji ber bêxemiya hindek ji hemwelatiyan rojane bûyerên agir berbûnê û şewatê li sînorê rêveberiya me, li her çar qezayên Soran, Rewandiz, Çoman û Mêrgesorê pêkhatin û ji ber wê jî rûbereke zêde ya pûş û daristanê şewitîn û ziyaneke mezin geheşte jîngeyê. Herwaha di vê germê de kontrol kirina agir li ser jiyana karmendan û hemwelatiyan jî zihmet û metirsîdar e.’’

Berdevkê rêveberiya berevaniy şaristaniya Soranê aşkera kir, tenê di 72 demjimêrên borî de 19 bûyerên şewatê li sînorê Soran de pêkhatiye û ji wan 17 bûyer agir berbûna pûş bûne, 2 bûyer jî agir berbûna zibil û qirêj û paşmayên şaredariyê bûne. Piştî hewldaneke zêde ew agirane hatin kontrol kirin.

Herwaha daxwaz ji hemwelatî û geştyaran kir, dema çûn bo derdora bajar û bajarok û gundên derdora Soranê agir li dû xwe nehêlin û bitemirînin. Herwaha cigarê ne avêjin nav pûş û daristanê, ji ber bi wî awayî ziyaneke mezin pêktê.

Başa dön tuşu