CîhanMafên MirovanNûçe

Li Srî Lankayê hejmara miriyan derket 359an

Hat eşkerekirin ku li Srî Lankayê jimara kesên ku di êrîşên terorê yên bi bombe yên dema ayîna Paskalyayê da dêr û otêlan hedef girtin da mirin derkete 359an.

Berdevkê Polêsên Srî Lankayê Ruwan Gunasekara daxuyaniyek da û got ku jimara kesên ku di êrîşên terorê yên bi bombe yên dema ayîna Paskalyayê da dêr û otêlan hedef girtin da mirin zêde bû.

Berdevk Gunasekara eşkere kir ku jimara kesên di êrîşê da mirin derket 359an.

Ruwan Gunasekara da zanîn ku di çarçoveya operasyonên ku piştî êrîşan hatin kirin da duh bi şev 18 gumanbarên din hatin girtin û bi kesên ku di operasyona dawîn da hatin girtin ra jimara gumanbaran ji 40î derket 58an.

Gunasekara der barê nasname û neteweya gumanbarên hatin girtin da agahî nedan û duh eşkere kiribû ku 40 kesên binçavkirî jî ji Srî Lankayê ne.

Li Srî Lankayê di dema ayîna Paskalyaya ku ji bo xiristiyanan pîroz e da êrîşa bi bombe biribûn ser dêrên St. Anthony’sa li Kochchîkadeyê, St. Sebestîana li Katanayê û dêra Dayika Meryem a li Battîcaloayê û otêlên Shangrî-La û Kîngsburya li paytext Kolomboyê.

Piştî van êrîşan nêzî mala mêvanan a li Dewîwalaya li paytext Kolomboyê û Dematogoyê nêzî serbihûrekî teqîn çêbûbûn.

Li gor agahiyên dawîn DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşên ku bûn sedema mirina 359 kesan û birîndarbûna ji 500î zêdetir kesî hilda ser xwe.

Başa dön tuşu