EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Sûdanê di midaxaleya dijî xwepêşandanan da hejmara kuştiyan derket 9an

Li paytextê Sûdanê Xartûmê hejmara kesên ku di midaxeleya dijî xwepêşandêrên mixalif ku nêzîkî du mehan e li ber baregeha giştî ya artêşê nobeda demokrasiyê digirin da hatin kuştin, derket 9an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Doktoran a Sûdanê da wiha hat gotin, “Di midaxeleya dijî xwepêşandanên li ber baregeha artêşê da hejmara kesên ku bi guleyên Konseya Berwext a Eskerî hatin kuştin derket 9an. Gelek jî birîndar hene. Hejmara kuştiyan her diçe zêde dibe.”

Başa dön tuşu