CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Sudanê ji bo avakirina konseya serokatiyê aliyan li hev kir

Konseya Derbasbûna Eskerî ya Sudanê û Hêzên Danezana Azadî û Guherînê ya muxalifan ji bo ku konseya serokatiyê ava bibe li hev kirin.

Ji muxalefeta Sudanê rayedarekî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Konseyê û Hêzên Danezana Azadî û Guherînê li hev kirin ku konseya serokatiyê ava bibe.

Rayedar daxuyand konsey wê ji esker û sivîlan pêk bê û zêdetir agahî neda.

Nunerên ji Konseya Derbasbûna Eskerî û Hêzên Danezana Azadî û Guherînê duh daxuyandibûn ku ji bo sivîl jî daxilî konseya serokatiyê bibin û mijarên din ên ku li ser gengeşî hene bên çareserkirin wê lihevkirin çêbibe.

Başa dön tuşu