IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsê ragehandina DAIŞê Celal Eyûb Şehab hate kuştin

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê berpirsê ragehandina rêxistina DAIŞê bi nave Celal Eyûb Şehab hate kuştin, herwiha 25ê çekdarên din jî hatin desteserkirin.

Îro, roja Sêşemê 16.05.2017 eqîd Xalid El-Cewarî ji peyamnêra BasNewsê re ragehand ku, Hêzên asayîşa Navendî di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê karî şaneyekê çekdarên wê rêxistinê ku, ji 25 çekdaran pêktê li gel çekên wan desteserbikin.

Eqîd Xalid El-Cewarî da zanîn ku, her îro, Hêzên polîsan berpirsê ragehandina rêxistina DAIŞê bi nave Celal Eyûb Şehab ku, bi regez Sûrî ye kuştin û ewên girtî bo navenda serkirdayetiya operasyonê bi armanca lêpirsîn û lêkolînê hatin veguheztin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu