CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Sudanê teşqelê dewam dike

Polîsê Sûdanê li yekim roja kempêyna neteweyî ya nefermaniya medenî ber bi beşdarên xwenîşandanê ve gaza hêsirrêj reşand.

 Li gorî rapora France Pressê, kempêyna  neteweyî ya nefermaniya medenî ji îro ve ser deweta rêberên tevgera  nerazîbûnê ya  Sûdanê li dijî eskerên hakim destpê bûye.

 Civata  pizîşkên Sûdanê ji xelkê xwestiye ku beşdarê bernameyên  nefermaniya medenî bibin.

 Vê saziyê li daxûyaniyekê gireva  girseyî û  pêkanîna berbendan amûra herî sereke ya  vê nefermaniya medenî ragahndiye û gotiye: Ev du pêngav amûra bi aşitî bona  wergirtina mafê me ji mîlîtanan e.

 Polsîê li dijî şoreşê ya Sûdanê ber bi nerazîbûnê ku li halê komkirina  kelpîç, tekerê maşîna, kevir, pirtiyên hesin û kotika daran bona  çêkirina berbendan bûn gaza hêsirrêj reşand.

Başa dön tuşu