Polîsê Sûdanê li yekim roja kempêyna neteweyî ya nefermaniya medenî ber bi beşdarên xwenîşandanê ve gaza hêsirrêj reşand.
Li gorî rapora France Pressê, kempêyna neteweyî ya nefermaniya medenî ji îro ve ser deweta rêberên tevgera nerazîbûnê ya Sûdanê li dijî eskerên hakim destpê bûye.
Civata pizîşkên Sûdanê ji xelkê xwestiye ku beşdarê bernameyên nefermaniya medenî bibin.
Vê saziyê li daxûyaniyekê gireva girseyî û pêkanîna berbendan amûra herî sereke ya vê nefermaniya medenî ragahndiye û gotiye: Ev du pêngav amûra bi aşitî bona wergirtina mafê me ji mîlîtanan e.
Polsîê li dijî şoreşê ya Sûdanê ber bi nerazîbûnê ku li halê komkirina kelpîç, tekerê maşîna, kevir, pirtiyên hesin û kotika daran bona çêkirina berbendan bûn gaza hêsirrêj reşand.