ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Salihî û Amano li Têhranê

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) li Têhranê bi hevra hevdîtin pêk anîn.

Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yokiya Amano îro sibê hevrê digel taximekê li gor vexwendina Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî seredana Îranê kiriye û qirare ku her du alî li bara hevkariyên Îranê û Ajansê li babetên teknîkî, babetên zêrevanî û kontrolê û babetên din bi hevra hevdîtinê bikin.

Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yokiya Amano qirar e xincî hevdîtina Salihî tev hin karbidestên din ên îranî jî hevdîtinê bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê 13 Kanûnê piştî sistiya Amerîkayê derheq cihanîna Lihevkirina Navokî hin ferman li bara îstifadeya ji enerjiya atomê bona pêşdabirina gemiyan dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu