IraqNûçeRojhilatanavin

Amadebûna hêzên gelanî yên Iraqê bona destpêbûna operasiyona Mûsilê

Berdevkê ewlehiya Hêzên gelanî yên Iraqê ji amadebûna vê hêzên bona pişkdariya li operasiyona azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê xeber da.

Yûsif El-Kelabî berdevkê ewlehiya Hêzên gelanî yên Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa IRNA`yê destnîşan kur ku Heşda Şeibî yan hêza gelanî ya Iraqê ji her babetekê amade ye û heta niha teybîrên pêwîst bona destpêkirina operasiyona berfireh a azadkirina Mûsilê berçav girtine û û sercem bona vî şerî bi hêviya fermana êrişa ser terorîstanin.

Wî destnîşan ku ku hêza gelanî ya Iraqê hêzekî eskerî di bin çavdêriya serokwezîrê Iraqê wekî qumandê giştî yê hêzên çekdare Iraqê ye û wekî pişkek ji hêza çekdare Iraqê dê pişkdariya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê bike.

Wî destnîşan kir ku hêza gelanî ya Iraqê tenê ji serokwezîr ferman digire û li her derê ku xêra gelê Iraqê têda be, Heşda Şeibî dê bona dabînkirina ewlehiya xelkê Iraqê bixebite. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu