İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Sûriyê di encama ketina mûşekekê li nêzîkî Pêşangeha Şamê ya Navdewletî 16 kes bûn qurbanî

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, mûşeke li nêzîkî deriyê Pêşangeha Şamê ya Navdewletî ket, di encamê de 5 kesan canên xwe jidest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê amaje bi wê jî, egere heye hejmara kuştiyan zêde bibin, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Pêşangeha Şamê ya Navdewletî ku ji berî 3 rojan ve hatiye vekirin, bi hezaran kes serdana wê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version