NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûriye di rojeke de 400 kes vegeriyan malên xwe

Serokê navenda şopandina agirbestê li Sûriyeyê ya Rûsyayê Yûriy Yevtûşenko ragihand ku nêzî 400 kes di rojeke dawî de ji herêmên Xûtaya Rojhilat, Dêra Zor û Hûmsê vegeriyana malên xwe.

Serokê navenda şopandina agirbestê li Sûriyeyê ya Rûsyayê Yûriy Yevtûşenko derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Di 24 saetên dawî de ji Hûmsê 221, Dêra Zorê (Li perevên rojhilatê Çemê Firatê) 45, Xûtaya Rojhilat 107 kes vegeriyana malên xwe.”

Başa dön tuşu