CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Urdinê ji ber lehiyê 18 kes mirin

Hêzên berevaniya sivîl a Uridnê ragehand ku, di encama lehiyê li navçeya deryaya Mirî 18 kesan canê xwe ji dest da û 34 kesên din birîndar bûn, herwiha 36 kesên din bêserûşûnin.

Herwiha Hêzên berevaniya sivîl da zanîn ku, wan bi rêya balafirên helîkopter û belemeyan karîn 22 kesan heta niha ji mirinê rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Urdinê Omer El Rezaz serdana navçeya lehiyê kir û daxwaza tevgere bi lez bo rizgarkirina xelkê kir.

Başa dön tuşu