Li bajarê Helebê li nêzîk karwanê xelkê Kifreya û Foa yên teqînek rû da û di encamê de 16 kes hatin kuştin.
Îro, Şemiyê 15.04.2017 li taxa Raşidîn ya Helebê li nêzîkî kombûna derkiriyên herdu gundên Kifreya û Foa yên teqînek rû da. Li gor zanyariyên Rawengeha Sûrî 16 kes hatine kuştin û derdora 20 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve kenala Sûriyê “Exbariya” belav kiriye, ku di wê teqînê de 22 kes hatine kuştin û derdora 48 kesên din jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)