CîhanEwropaNûçe

Li Swêdê wargeha penaberan şewitî

Hat ragihandin ku li bajarê Vexjo yê li başûrê Swêdê di wargeheke ku 200 penaber lê dimînin da şewat derket.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan TTyê, şefê agirkujiyê Joakim Karlsson diyar kir ku wan bi 3 wesayîtên agirkujiyê midaxaleyî şewata ku bişev derket, kir û herwiha di şewatê da ciyên ji dar bi temamî şewitîn û ji ber ku wargeh di wextê xwe da hat valakirin, kesek nemir an jî birîndar nebû.

Ekîbên polêsan der barê şewatê da lêpirsîn dan destpêkirin û herwisa hat destnîşankirin guman heye ku mexsûs agir berdabin wargehê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu