Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişa terorîstan bi gullên hawanê ser Fûe û Kifriyayê li Sûriyê

Terorîstên Cêyş El-Fethê bi avêtina dehan gullên hawanê ber bi bajarokên dorpêçbûyî yên Fûe û Kifriyayê bo cara çendan hevhatina agirbesê binpê kirin .

Li gorî rapora Fars News`ê, îro terorîstên çekdar, Cêyş El-Feth ku bajarokên El-Fûe û Kifriyayê li parzêgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê dorpêç kirine berûvajiya hevhatina agirbesê bi dehan gullên hawanê êriş kirin ser van bajarokan ku li encama wê heşt kesên sivîl birîndar bûn .

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, artêşa vî welatî hewldana terorîstan bo êrişa ser navçên derdora bakurê rojava Hemayê li rojava Sûriyê bêencam kir .

Li encaam vê opersyonê hejmarek ji treorîstên çekdar li derdora Hemayê hatin kuştin .

Artêşa Sûriyê her wiha êriş kir ser meqerên Cebhetulnusreyê û DAIŞ`ê li derdora rojhilat û bakurê rojava Hemayê ku li encama van opersyonan bi dehan terorîst hatin kuştin .

Artşa Sûriyê her wiha hewldana terorîstan bona êrişa ser navçên Til El-Sexrê, El-Hemamiyatê û Berîdecê li derdora bakurê rojava Hemayê bêencam kir . (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu