EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê 25 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li bakurê Afganistanê ji ber berf û seqemê 25 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê ewlehiyê yê Faryabê Amanullah Zafar di axaftina xwe de ragihand ku ji duhî ve li Kohîstan, Karamkol, Andhoy, Peştûn Kot, Bilçirag û Devlet Abada navçeyên Faryabê berf dibare ji ber berf û sermaye heta niha 25 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Amanullah Zafar got ku pêwendî bi 30 şivanî re hatiye birîn û herwiha 6 kes jî birîndar in.

Amanullah Zafar di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber hewa sar û barîna berfê bi hezaran ajal jî telef bûne û bi dehan rêyên gunda ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Herwiha li gorî daxuyaniya Fermandarê Ewlehî li Sar-i Pûl, Daykûndî û Bamyana bajarên Efxanistanê jî ji ber barîna berfa zêde rêyên mezra û gundan hatiye girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu