ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Qedrzaniya Lubnanê ji Îranê

Serokê meclisa Lubnanê destnîşan kir, Konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê mecalekî ducariye bona piştevaniya ji Lubnanê û bereya berxwedanê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Nebî Birî Serokê meclisa Lubnanê li gotinên xwe yên îro sêşemê li konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê li Têhranê destnîşan kir; Komara îslamî ya Îranê ji destnîşan kir, Konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê mecalekî ducariye bonaqedrzaniya ji Îranê ji ber piştevaniya Têhranê ji artêş, gel û berxwedana Lubnanê ku bûye sebeb hêzên me bikaribin pişkên girîng ji axa xwe ji destê rejîma Siyonîst derxînin ku serê axirê ev rejîma neçar bû biryarnama 1701 a Konseya Ewlehiyê yanî biryarnama kutahiya şerê 33 rojî qebûl bike.

Nebî Birî Herwisa destnîşan kir ku berxwedana Lubnanê mînakek ji işkesta Rejîma Siyonîstî û jinavçûna tirsa ji vî rejîmî ye.

Li konferansa şeşan a navnetewî ya piştevaniya ji întefazeya Filistînê ku bi gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî ya Îranê destpê bû, serokên  sê dezgehên sereke yên welêt, wezîrên dewletê, nunerên  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û fermandeyên grûpên  berxwedanê beşdar bûne.

Druşmeya şeşmîn  civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana gelê Filistînê, `Hemî bi hev re  jibo piştgiriya ji Filistînê` ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu