CîhanEwropaNûçeZanîstî

Koreya Bakur di seetên berê sibehê de 4 moşek bi hev re ber bi Deryaya Japonyayê ve pekandin

Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro berê sibehê seet 07.36an li herêma Dongchang-ri ya Koreya Bakur 4 moşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve hatin pekandin. Moşekên balîstîk nêzîkî hezar kîlometroyî çûn û niha em cureyên wan dinirxînin.

Li gorî ajansa nûçe ya Kyodoya Japonyayê ji 4 moşekên balîstîk 3 jê li herêmên ekonomîk ên taybet ketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu