CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Telavîvê teqîn: 4 kuştî û 5 birîndar

Hat ragihandin ku li kargeheke madeyên avahiyan a bajarê Telavîva Îsraîlê teqînek pêk hat. Di teqînê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya kanala televîzyoneke Îsraîlê, li paytextê Îsraîlê li Telavîvê li kargeheke ku amûrên avahiyan difroşe teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest û 5 kes jî birîndar bûn.

​Teqîn li herêma Yafa ku dikeve başûrê bajarê Telavîvê di kolana Yafît di kargeheke ku amûrên avahiya difroşe de pêk hatiye, piştî teqînê ji xeyrî 5 kesên birîndar cenazeyê 4 kesan ji binê avahiya qavilbûyî hatiye deranîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu