IraqNûçeRojhilatanavin

Li Tîkrîtê êrîşên xwekujî: 12 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Tikrîtê bajarê Iraqê, dû êrîşên xwekujî pêk hatin, di encama êrîşan de 12 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin herî kêm 12 kesan di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 21 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Hecac a derdora 40 kîlometre li hêla Bakûrê Tîgrîtê ye, êrîşeke xwekujî bi ser şahiyekê de hatiye kirin ku li gorî texmînan êrîşar du kes bûne. Rayedaran metirsiya zêdebûna hejmara miriyan jî anîn ziman. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu