NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Til Hemîsê du teqîn: 5 sivîl mirin

Li herêma Til Hemîsê di encama 2 teqînan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Teqîna pêşîn li ser rêya di navbera gundê Sediya Mezin û rêya Til Hemîs û Qamişloyê de çêbû. Li gorî zanyariyan dema wesayitek derbas dibû bombe teqiya û di encamê de Heyat Ibrahim a 32 salî, Neîme Nime ya 33 salî û zarokê bi navê Hisên Ibrahîm jiyana xwe ji dest da.

Teqîna duyemîn jî li ser rêya gundê Mercan ê li rojhilatê Til Hemîsê rû da. Motorsîkleta ku di rê de derbas dibû pêl mayinê kir û di encamê de kesê ajokar û kesekî din jiyana xwe ji dest da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu