AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê îdiayên li ser esasa blokebûna diravê nifta Îranê ji aliyê hinek ji welatan va red kir

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê îdiayên li ser esasa blokebûna diravê nifta Îranê ji aliyê hinek ji welatan va red kir.

Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê îroli hevpeyivîna digel IRIB News`ê, ragihand: Tu diravekî Komara Îslamî ya Îranê nayê blokekirin û Îran hemî diravê xwe yê ji ber firotina niftê werdigire.

Wezîrê niftê yê Îranê bi gotina viya ku Komara Îslamî ya Îranê di heyama 9 mehên dawî da bîst û çar miliyar dolar û heftsed miliyon dolar diravê niftê wergirtiye, pêşbînî kir ku heta du mehên din derhata firotina nift û şilikên gazî ya Îranê bigihêje 41 miliyar dolarî.

Zengene bal kişande ser pêşbîniyên li bara gihîştina her bermîl niftê bo 55 dolarî di sala 2017`an da û got: Ji destpêka Çileyê tedbîrên Saziya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) dikevin pratîkê ku li ser esasa wê biryar e welat asta berhemanîna nifta xwe kêm bikin.

Wezîrê niftê yê Îranê her viha bi gotina viya ku heta bihara sala din, 11 fazên teze yên Parsa Başûr dê bigihêjin qonaxa behrewergirtinê, her weiha got: Li beşa zêdekirina asta berhemanîna niftê bi taybet li meydanên hevpar xebatên baş pêk hatine û heta du mehên din asta berhemanînê li meydana niftî ya Azadiganê li rojavaya Çemê Karûnê zêde dibe.

Zengene her wiha li bara qutkirina gazê ji aliyê Tirkmenistanê va got: Kirrîna gazê ji Tirkmenistanê biryarnameyeke ticarî bazirganî nava Kompaniya Gaza Îranê û Şirketa Tirkmen Gazê bû ku qasa wê jî gellek kêm bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu