AborîAsyaNûçeRojhilatanavin

Li Tirkiyê hêla birçîtiyê 339 dolar in

Li gor lêkolîna dawî ya rêkxistineke Tirkiyê her malbateke 4 kesî, eger dahata wan a mehane 339 dolar bûbe û li jêr hêla birçîtiyê de maye.

Saziya Memur-Sen û Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê wek rêxistin, her meh lêkolîna bo asta hejarî û birçîtiyê li Tirkiyê encam dide. Wê saziyê bo meha Îlona îsal ragihand ku her malbeteke 4 kesî, eger dahata wan a mehane 339 dolar bûbe li jêr hêla birçîtiyê de maye.

Li gor heman lêkolînê her malbateke 4 kesî, eger dahata wan a mehane hezar û 106 dolar bûbe li jêr hêla hejariyê de ye.

Ji ber kêmbûna bihayê pereyê tirkî bi rêjeya nêzikî %40î û qeyrana aborî ya li Tirkiyê pêk hat, sedema sereke ya giranbûna nirxê hemû pêdiviyên rojane ye. Herî kêm nirxê her eşyayekê di navbera %30 û %150 de giran bûye.

Başa dön tuşu