CîhanNûçeRojhilatanavin
Li Ûgandayê tîma lîstokvanên futbolê hemî mirin
Li Ûgandayê keştiya ku tîmeke futbolê û alîgirên wê hildigirt roja Noelê di gola Albert de binav bû. Di vê bûyerê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da.
Vê keştiya ku 45 rêwî hilgirtine pir tijebûye û ji ber ku rêwî jî hemiya bi hev re xwe dane milekî keştiyê di encamê de ev bûyer qewimiye û keştî qulibiye.
Rayedarên polîsan dane xuyakirin ku heta naha 15 kes rizgar kirine û vê gavê jî 9 cenaze tenê dîtine.
Li gor nûçeya BBC`yê, tîma futbolê ji ekîba herêma Buliisayê ye.
Hat zanîn ku ev tîm û alîgirên xwe dema ku ji bo lîstika roja Noelê diçûn herêma Hoima rastî vê bûyerê hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)