EwropaNûçe

Li Ûkraynayê di navbera polîsan de pevçûn: 5 mirî

Li Ûkraynayê du komên polîsan gava ku xwestin komeke dizan bigire, bi şaşî bi hevdu re pevçûnîn û di wê pevçûnê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Hat diyar kirin ku li gundekî nêzîkî Kiev a paytexta Ûkraynayê du komên polîs ên ku xwestin çeteyeke dizan bigirin, bi şaşî bi hevdu re pevçûnîn û di wê pevçûnê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya Şêwirmendê Wezareta Karên Navxweyî ya Ûkraynayê û parlamenter Anton Geraşenko ya li ser medyaya civakî polîsan li Kiev û herêma derdora wê ji bo ku çeteyeke dizan têk bibin, planek amade kir.

Polîsên ku agahî girtin ku ew çeteyê dizan wê li gundê Knyajiçiyê li malekê diziyê bike û li ser vê yekê tîmên taybet sewqê herêma operasyonê kir û 2 polîsên sivîl li kêla wê malê bicih kirin. Hat ragihandin ku ji ber alarma malê hinek polîsên din hatin cihê b3uyerê û gotin qey ew her du polîsên sivîl diz in û ew desteserkirin. Piştî vê yekê tîmên taybet ên ku ji bo oeprasyonê li bende agahiyê bûn, gava ku dîtin ew her du polîsên sivîl hatine girtin û wan jî got qey ew ê ew polîsên sivîl desteserkirine, endamên wê çeteya dizan in. Li ser vê yekê di navbera tîmên taybet û polîsên şaxa asayîşê de pevçûn derket û di wê pevçûnê yek jê tîmê taybet bi tevahî 5 polîsan jiyana xwe ji dest da. 3 kesên gumanbarên diziyê gava ku xwestin birevin Kievê hatin girtin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu