İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Urdinê xwepêşandan berdewam in

Li Urdinê Serokwezîr Hani el-Mulki îstîfa kir, lê hê jî xwepêşandan li hember zagona bacê dewam dikin.

Zagona bacê ku ji aliyê hikûmeta Urdinê ve hat qebûlkirin, li Ammana paytext li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê ji terefê bi sedan kesî ve hat şermizar kirin. Çalakvan ji bo xwe bigihînin hikûmetê ya li herêma Ed-Duvvar er-Rabî bûne çend grûb, lê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Hêzên ewlehiyê li pêşiya avahiya hikûmetê bergiriyên ewlehî zêdekirin û derdora wê bi bariyeran girt. Çalakvanan li hember hikûmetê de dirûşim avêtin.

Li bajarê El Kerak a başûrê welat û li bajarên Îrbîd û Er-Remseyê ku dikeve bakur jî çalakiyên şermizar kirinê hatin lidarxistin.

Qralê Urdinê Ebdullah piştî xwepêşandanên li dijî zagona bacê daxuyaniyek belav kir û got: “Hemwelatiyên Urdinî mafdar in, ez qebûl nakim ku Urdinî êş û zahmetiyê bikşînin.

Exit mobile version