ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Ûrmiyeyê aşît: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li gundê Berdesorê ya ser bi bajarê Ûrmiyeyê ve aşît çêbû û di encamê de malek di binê berfê ma û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Berdesor`ê ya ser bi devera Sîlwana ya bajarê Ûrmiyeyê aşît çêbû. Di encama aşîtê de, malbateke ku ji 6 kesan pêk dihat di binê berfê de ma. Welatiyên gundê Berdesor û herwiha tîmên hawarhatinê piştî hewldaneke 2 seetan, 4 kes ji endamên wê malbatê rizgar kirin, lê 2 kesan jî di encama bûyerê de jiyana xwe ji dest da.

Ev 2 kesên bi navên Îsmayîl Hesenevdî temen 60 sal û kurê wî yê bi navê Ezîm ê 23 salî ku xwandevanê sala dawî ya zanîngehê bû canê xwe ji dest da. Di bûyerê de dayîka wê malê jî birîndar bû û ji bo wergirtina çareseriyên tendirustî şandin nexweşxaneya Ûrmiyeyê.

Wekî din ji ber sedema bihêziya aşîta berfê ban û dîwarên xaniyê wê malbatê herifîne û berf derbasî nav mala wan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu