CîhanEwropaNûçe

Gireva pîlotan bû sedema îbtalbûna 400 firînên Rayan Airê

Pîlotên şîrketa balefian a Rayan Airê roja îniyê bi gireva berfireh li pênc welatên ewrûpî, dev ji kar berdan.

 Li gorî rapora Reuters`ê,  ji ber gireva pîlotên şîrketa balefirana  Rayan  Aira Îrlendê  bi sedan firîn li dema herî qelebalix a  demsala Havînê li pênc welatên ewrûpî hatin îbtalkirin.

Şîrketa balefiran a Rayan Airê ku li 37 welatn nûneratiyên xwe heye, Kanûna buhurî,  beriya cejnên dawiya salê bi qebûlkirina  daxwazên  yekitiyan ji bo cara yekê pêşiya girevê girtibû lê hêdîbûna muzakira bi wan re ji bo bidestxistina  hevhatinên  komî cardinê kedkarên wir bi taybet pîlot azirandin.

Rayan Air pêştir îbtalkirina 146 firînên roja îniyê bi texmînkirina  daxwaziyên ji bo gireva li Îrlendê, Swed û Belcîkayê raghandibû.

Îbtalkirina  250 firînên din li Almanyayê ji ber girevê, hejmara firînên  îbtalbûyî yên vê şîrketê gîhand hinekî kêmtir ji 400 firînan ku zêde ji sedî 17 zêde ji 2400 firînên bûn ku biryar bû roja îniyê li Ewrûpayê hebe.

Gireva  pîlotên  almanî roja îniyê siet 13:01 li gor dema  Grînvîçê destpê bû ku hemî firînên  ji Almanyayê digre ber xwe.

Başa dön tuşu