CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

NY hewil dide ku navê Erebistanê bêxe Lîsteya Reş

Sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo danîna navê Erebistanê li nav Lîsteya Reş a welatên binpêkerê mafên zarokan li navçeyên şerlêketî, biryarê dide.

Li gorî rapora El Cezîreyê, berdevkê sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Ducarîk got: “Sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş xwestiye ku navê Erebistanê bikeve nav Lîsteya Reş“.

Sala buhurî jî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) navê Erebistanê danî nav Lîsteya Reş a welatên binpêkerê mafên zarokan; Lê vî welatî gef li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku wê alîkariyên xwe bo wê qut bike û sikritirê giştî yê berê yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Kî Mûn neçar ma ku bi awayê demkî navê Erebistanê ji nav vê lîsteyê derxîne.

Li gorî raporên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêjîma Alê Siûd cinayetin li Yemenê pêk anîne ku dikarin cinayetên cengî bên hesêb.

Erebistanê bi Çiraya Kesk a Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va êrîşên xwe yên bejahî, hewayî û deryayî li ser Yemenê dest pê kirne û di vê heyamê da bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyon kes ji yemeniyan bêşûnûwar bûne.

Sersariya rayedarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî Erebistanê bûye sedem ku ev rêjîma dewamêî bide cinayetên xwe derheq gelê Yemenê bi taybet zarokên yemenî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu