AsyaNûçe

Li Wanê di nava 6 seetan de 7 caran erdhej pêk hat

Li navçeyên Gewaş, Payîzava û navçeya navendî ya Wanê di nava 6 seetên dawî de bi dijwariya 1.5 û 4.3 7 erdhejên cuda pêk hatin.

Li gorî agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolînên Erdhej ên ji Resatxaneya Kandilliya Zanîngeha Bogaziçiyê hatine wergirtin, erdheja pêşî seet di 23.51ê de bi dijwariya 1.5ê li taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê pêk hat. Seet di 01.22an de li taxa Umut a navçeya Payîzava du erdhejên bi dijwariya 3.1 û 4.3 li pey hev pêk hatin.

Li gorî resatxanê seet di 02.10an de dîsa li navçeya Payîzava li taxa Cevizalanê bi dijwariya 2.2 erdhejeke din pêk hat. Herwiha seet di 04.31ê de dîsa li taxa Umut a navçeya Payîzavayê bi dijwariya 3.5 û 3.2 du erdhejên din qewimîn.

Li gorî zanyariyan erdheja dawî ji seet di 06.29an de li taxa Yoldondu ya navçeya Gewaşê bi dijwariya 1.9ê pêk hat. Li navçe û Wanê di nava 6 seetan de 7 erdhejên ku pêk hatin li bajêr bû sedema tirsê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu