AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Wanê keriyekî pez telef bû

Li navçeya Payizava ya Wanê keriyek keriyek pez xwe di kevirekî bilind de avêt û 500 mîh bi tevahî telef bûn.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li herêma Nordiza ser bi navçeya Payîzava ya Wanê keriyekî pez xwe di kevirekî bilind ê çiya de avêt û di encamê de 500 mîh telef bûn. Hat gotin ku pêşiyê mîhekê xwe avêtiye xwarê û piştre keriyê pez bi temamî xwe li du wê mîhê xwe avêtiye û telef bûye.

Ahmet Karataş ku yek ji şêniyên wê herêmê ye got, “Ji ber bûyerê em şoke bûn. Dema em hatine cihê bûyerê em rastî laşê heywanan hatin ku hemû mirar bûne. Nêzîkî 500 heywanênme telef bûn. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin.”

Başa dön tuşu