İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Latînî gel, ji bo hilbijartina serokê nû yê dewletê çû ser sindoqan

Li Ekvadorê hilbijartinan dest pê kirin. Di hilbijartinan de 4 namzet hene û tê payîn ku 12 milyon deng werin dayîn. Hilbijartin li gorî saeta Ekvadorê di saet 07.00an de dest pê kirin û wê di saet 17.00an de bi dawî bibin.

Her wiha tê payîn ku hibijartin di navbera namzetê partiya çep Lenin Moreno û serokê mixalîfan Guillermo Lasso de derbas bibe. Li gorî ankêtan Moreno ji sedî 28-32 yên dengan distîne, Lasso jî nêzîkî ji sedî 22yan distîne.

Lasso li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû ku divê li welêt guhertin pêk were û gotibû ger ew were hilbijartinê, ew ê damezirînerê Wikileaksê Julian Assange ê ku li Balyozxaneya Ekvadorê ya li Îngilistanê tê girtin, ji wir derxîne.

Lenin Moreno jî di propagandaya xwe de digot pêwistî bi guherînê tune ye, tenê divê em hebkî din hewil bidin û bixebitin (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version