NûçeRojhilatanavinSûriye

Berbelavbûna dizî, revandin û işkencekirinê li Efrînê

Piştî ku herêma kurdnişîn a Efrînê li bakura Sûrîyê ji hêla têrorîstên ser bi Tirkîyê ve hat dagirkirinê, niştecihên vê herêmê di nava tirs û xofa ji ber revandin, xeracistandin, işkence û dizîyê de dijîn.

Vê dawiyê bûyerên revandin, kuştin û diziyê li herêma kurdnişîn a Efrînê zêde bûne. Di encama van bûyeran de carinan welatiyên sivîl ên ku dizî ji wan tê kirin, tên kuştin û kesên bikuj jî direvin û piraniya caran nasnameya wan nayê eşkerekirin.

Li gorî rapora NY, nîvê nifûsa 320 hezar kesî ya Efrînê di encama opêrasyona artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê de terka vî şarî daye û têrorîstan mal û milkê xelkê talan kirine.

Başa dön tuşu