CîhanNûçeRojhilatanavin

Li xeta sînor pevçûn: 6 jê leşker 8 kuştî û 7 birîndar

Di encama êrişa artêşa Hindistanê ya li hemberî noqteya kontrol a Keşmîrê yek jê leşker 3 pakistanî hatin kuştin. Di bersivdayîna Pakistanê de jî 5 leşkerên hindî hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Pakistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişa artêşa Hindistanê de yek jê leşker 3 pakistanî jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di bersivdayîna artêşa Pakistanê ya li hemberî leşkerên hindî de 5 leşkerên artêşa Hindistanê hatin kuştin û noqteya kontrol a leşkerî jî hatiye rûxandin.

Li Xeta Kontrol a Keşmîrê ku di navbera Pakistan û Hindistanê de ye ji mehên dawî yên 2016an û vir ve her diçe gengeşî û pevçûnên nava herdu artêşan zêde dibin. Piraniya niştecihên herêma Keşmîrê misilman in û ji sala 1947an ve ku serxwebûna xwe ragihandine ji hêla desthilatdariyê ve bûye cihê nîqaşê di navbera herdu welatan de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu