NûçeFilistînRojhilatanavin

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 25 hezar û 700î

Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmehê vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 25 hezar û 700î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê 110 roj in didomin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji ber êrîşên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da 210 kes hatin kuştin û 386 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ji ber êrîşan hejmara kuştiyan derket 25 hezar û 700î û ya birîndaran jî bû 63 hezar û 740.

Başa dön tuşu