AborîÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Pêşeroja baş a hevkariya Îran û Ajansê di qonaxa nû da

Cîgirê serokomêr û serokê Saziya Ênêrjioya Atomê ya Îranê tevî pîrozkirina bijartina ji nû va ya Yokyo Amano wek sikritirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA – International Atomic Energy Agency), got: Aso û pêşeroja hevkariyên Îranê tev ajansê di qonaxa nû da baş tê nirxandin.

Elî Ekber Salihî serokê saziya Ênêrjiya Atomê ya Îranê berêvariya pêncşemiyê li Têhranê bi gotina viya ku Komara Îslamî ya Îranê hertim li çarçova rêziknameya Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA), biryarnameya Padmanî û protokola zêxdekirî tevgeriyaye û hemî hewildanên xwe ji bo cihanîna sozên xwe pêk anîne, got: Îran teqez li hemberî xwestekên derveyî vê çarçovê dê bi awayekî tevbigere ku mafê xwe werbigire. Salihî li bara destkeftên teze yên Saziya Ênêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê jî got: Di 9`ê Nîsanê (Roja Neteweyiya Têknolojiya Navokî), wê destkeftên nû yên zanyarên îranê bên nimandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu