FilistînNûçeRojhilatanavin

Medya Rejîma Siyonîst nûçeyên derheq Konferansa Menamê diweşînin

Rejîma Alê Xelîfe îzn daye Medya Rejîma Siyonîst da ku nûçeyên derheq Konferansa Aborî ya Menamê biweşînin, ev konferansa wek pêngava yekem ji bo pêşvebirina plana amarîkî-siyonîstî ya «Danûstandina Serdemê» ye.

LI gor nûçeya televîziyona Rûsya Al-Yawm Rejîma, rojnamevanê îsraîlî Barak Rawîd di rûpela xwe ya Twîtterê de nivîsî: Hemed bin Îsa Alê Xelîfe paşayê Behreynê îzn daye 6 medyayên nûçeyan ên Îsraîlê da ku nûçeyên derheq Konferansa aborî ya Menamê ku di çarçova plana  plana amarîkî-siyonîstî ya «Danûstandina Serdemê» ye, biweşînin.

Ceysûn Grînbelat şandiyê taybet ê Serokomarê Amerîkayê li karûbarên aştiya Rojhilata Navîn jî ji vê kiryara hikûmeta Behreynê pêşewazî kiriye 

Amerîka bi hevkariya Erebistan konferansa Aborî ya Menamê ku wek pêngava yekem ji bo pêşvebirina plana amarîkî-siyonîstî ya «Danûstandina Serdemê» ye  li 25 û 26 Hezîranê li dar têxe. Gelek ji welatên cîhanê ji wan çend  welatên erebî rûniştineke aborî ya Menamê paytexta Behreynê pîlanek li dijî gelê Filistînê dane zanîn û tê de beşdariyê nakin.

Li gor plana Amerîkayê ya bi navê «Danûstandina Serdemê», serokomarê vî welatî Donald Trump li şeşê Kanûna 2017 bajarê dagîrbûyî yê Qudsê wek paytexta rejîma sexte ya Îsraîlê da nasandin û diyar kir ku balyuzxana xwe ji Telavîvê dibe Qudsê ku ev biryara xwe li roja duşemê 14 Gulana 2018 cih anî.Herwiha li gor vê planê filistîniyên aware mafê vegerîna bo cih û warê xwe li Filistîna Dagîrbûyî tinen.

Rejîma Siyonîstî Quds li sala 1967 dagîr kir û ji wê demê xebitî demogarafiya wê biguherîne û bike siyonîstnişîn.

Başa dön tuşu