IraqNûçeRojhilatanavin

Li Xurmatû yê teqîn: Ji malbatekî 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn

Şeva borî di rêya navbera gundên Tel Ecul û Reşadê yên li sînorê bajarokê Taze ya ser bi Xurmatû, bombeyek di otomobîla malbatekî de teqiya û du endamên wê malbatê jiyana xwe ji dest dan, 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyaran bûyer şeva borî 26.07.2019ê demjimêr 23:00ê de pêkhatiye û dema ew malbat wedigeriya bo gundê xwe bombeya çandî di otomobîla wan de teqiyaye û xwîşk û birayekî bi navên Ebid Qeys Sebah û Tebarek Qeys Sebah li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dane, 7 endamên din ên malbatê jî birîndar bûne û ew weguhestine bo nexwaşxaneyan. Navên kesên heman malbatê yên birîndar bûne jî waha ne: Qeys Sebah Hemîd, Şeyma Qeys Sebah, Dua Heysem, Sindus Qeys Sebah, Elî Qeys Sebah, Osman Heysem û Cemîle Sebah in.

Piştî bûyer pêkhat hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Başa dön tuşu