Li Yemenê ji ber şer û pevçûnên bajarê Taîz û Hudaydaha di herdû mehên dawî de 47 hezar însan malên xwe terikandin. Stephane Dujarricê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku beyanatek da dezgehên ragihandinê got: “Ji ber şer û pevçûnên Taîz û Hudaydahê bi hezaran însan neçar man malên xwe biterikînin.”
Stephane Dujarricî got: “Di herdû mehên dawî de ji ber pevçûnan 47 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn û neçar man ku herin Aden û bajarên başûrê welêt.”
Yemen heya niha di bin ambargoya Erebîstana Siûdî bû herçend Erebîstanê ambargoya xwe rakiribe jî lê hê jî bandora wê li welat dewam dike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)