Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Li Yêmenê 7 milyon kes li ber xelayê ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Yêmenê 7 milyon kes li ber xelayê ne.

Li gorî rapora li ser malpera Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yê NYyê hat weşandin, li Yêmena ku qeyrana herî mezin a însanî diqewime, 7 milyon kes li ber xelayê ne û 2,3 milyon zarokên ku ji 5 salî biçûktir jî xwarinê baş naxwin.

Di raporê da hat ragihandin ku li Yêmenê piraniya gel muhtacî alîkariya însanî ye, li welêt di nav pêdiviyan acîl da av, xwarin û amûrên tibî hene.

Her wiha di raporê da behsa rewşa malbatên li kampên penaberan yên li navçeya Hamîrê dimînin jî hat kirin.

Hat gotin ku ji 3 milyonî zêdetir kes ji welêt reviyaye û 2 milyon însan jî li nava welêt ji cih û warê xwe bûne.

Di raporê de hat ragihandin ku şewba kolerayê her ku diçe zêde dibe û gelek nexweşî jî hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu