ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê dew û dozên bêbingeh ên li bara esas û armanca bernama navokî ya Îranê bi awayekî hertimî pûç derxistin

Bêhrûz Kemalvendî Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê şeva buhurî li civîna hevpar a nunerên Îranê û YE`yê ku ser navê “ hevkarîya navnetewî di warê têknolojîya navokî da“ li bajarê Birûksêla Beljîkayê hat lidarxistinê got: Rêketinama navokî ev pêbawerîya pêk anî ku bernama navokî ya Îranê esaseke taybet a biaştî heye.

Kemalvendî bi gotina vîya ku rêketinama navokî bidestxistina bingeheke qahîm û tam jibo şopandina çalak a pêvajoya danûistandinan û hevkarîya zêdetir a Îranê û YE`yê pêk anî, dîyar kir: Îran û YE`yê dikarin potansîyel û tecrubeyên ku mideha 10 salên vê dawîyê da bi dest ketine, jibo pêngavên piratîkî bi merema hevkarîya kêrhatî li warên navokî bikar bînin.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê dilnîyayîya xwe nîşan da ku jordabirina asta hevkarîyên Îran û YE`yê di warê têknolojîya navokî da yê bandorê li peywendî û danûistandinên dualî û kûrtirkirina hevkarîyên aborî-pêşeyî nemaze di warê enerjîyê û heta pêşxistina peywendîyên sîyasî bike.

Kemalvendî di destpêka qisekirina xwe da peyama Elîekber Salihî alîkarê serokomar û serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê ku têda pêkutî li ser berfirekriina hevkarîyên Îran û YE`yê yên warên zanist û têknolojîyê hatîye kirinê, xwend. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu