IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê daxwaza alîkariya navneteweyî jibo operasyona Mûsilê kir

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku şikestdana DAIŞ`ê serketina hemî umet û gelên cîhanê ye û divê hemî li vê riyê alîkariyê bidin Bexdayê.

 Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina tev Corcî Bosen, alîkarê nunerê NY li Bexdayê li bara  alûgurên siyasî û ewlehiyê û piştgiriya ji vê rêxistinê ji Iraqê û hewldanên  ji bo rawestana  li ber terorîzmê behs û gotûbêj kir.

Ceferî got: Serketina  Iarqê hemberî DAIŞ`ê serketina  jibo hemî gelan û xelkê cîhanê ye ji ber ku  ji bo berevaniya ji xwe û bi nuneratiya ji cîhanê li hemebr DAIŞ`ê şêr dikin.

Wî got: Asta piştgiriya NY ji Iraqê nîşana hesta  berpirsiyarbûna vê rêxistinê li hemebr welatên cîhanê ye ji ber ku  Iraq ketiye nav şerê cîhanî li dijî DAIŞê û ketiye rewşeke  aborî ya xirab ku  pêwîst e  civaka cîhanî pirtir  ji bo vê meselê hewlê bidin.

Wezîrê karên derve ya Iraqê tevî spasiya ji piştgiriyên  NY li ser pêwîstiya  hewldana zêdetir û dabînkirina hemî alîkariyan ji bo operasyona  Mûsilê tekez kir.

Başa dön tuşu