LubnanNûçeRojhilatanavin

Tirsa Rêjîma Siyonîst ji hêza Hizbullaha Libnanê

Artêşa Rêjîma Siyonîst ji tirsa işkesta li hemberî Hizbullaha Libnanê di şerên pêşerojê da, navendeke fêrkirinê ya taybet jibo şibihandina şerê digel Hizbullahê damezirand.

Artêşa Rêjîma Siyonîst Sêşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku binkeya fêrkariyê ya “Daristanên Celîl’ ku şibihandina gundekî libnanî di 300 mitriya sînorê Libnanê ye, bi armanca rahênan û temrîna jibo şerê dijî Hizbullahê û zêdekirina têgihîştina meydanîê di rûbirûbûna digel Hizbullahê hatiye damezirandin.

Artêşa Rêjîma Siyonîst armanca damezirandina vê navenda fêrkirinê, xurtkirina şiyana xwe û dayîn abersiva bilez di babetên awarte li bakurê erdên dagîrbûyî da zanîn.

Başa dön tuşu