NûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Yemenê ser kutakirina dorpêçkirina aboriya vî welatî

Serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê daxwaza kutabûna dorpêçkirina aborî ya vî welatî kir .

Li gorî rapora kanala televîzyona El-Mesîre ya Yemenê, Serokê komîta bilind a inqilba Yemenê, Muhemedelî Hûsî, roja çarşemiyê li hevdîtina tev Cîmî Mek Gulderîk hevdengkirê karûbarên mirovhezane yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ser pêwîstiya gihandina xwarek û dermanan bo Yemenê û kutakirina dorpêçkirina neqanûnî û neînsanî ya Yemenê kir .

Serokê komîta bilind a inqilbaa Yemenê li vî halî qedrê hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li warê însanî ya qeyrana Yemenê û hêsankariya li çareserkirina pirsgirêakn zanî .

hevdengkirê karûbarên mirovhezane yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Yemenê jî hêvî kir ku bernama însanî li Yemenê li gorî hevcetiyên vî welatî be .
Erebistana siûdî ji salek berî niha ve bi pêkanîna hevalbendiyeke derew û hevrêtiya hin welatên erebî û emerîkî êrişên berfireh li dijî Yemenê destpê kir ku Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî ya vî welatî vegerîne ser desthilatê.
Li encama van êrişana bi hezaran yemenî ji wna jin û zarok hatin kuştin û birîndar bûn . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu