NûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê êrişa xwekujî: Herî kêm 45 kuştî û 60 birîndar

Li başûrê bajarê Aden ê Yemenê di êrişê xwekujî ya li hemberî baregeha leşkerî de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.

Li başûrê bajarê Aden ê Yemenê di êrişê xwekujî ya li hemberî baregeha leşkerî de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn. Daxuyaniya teqînê ji terefê dixtorên Sînornenas ve hat kirin.

29 Tebaxê ya 2016 Êrişa xwekujî li bajarê Adena Yemenê ku ketiye başûra vî welatî li baregeheke leşkerî ku wekî cihekî stratejîk tê zanîn pêk hat. Dixtorên Sînornenas di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa xwekujî de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.

Navçab Edenê  li destê hêzên piştgirê serokkomarê îstîfakirî û revyayî yê Yemenê Ebdrebeh Mensûr Hadî ye, herwiha grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ û El-Qayidê jî hin deverên başûra Yemenê dagîr kirine  û êrişên wiha terorîstî ew cih tînin.

Ji aliyê din ve êrişên dirindane yên balafirên Hevpeymaniya Siûdî ser bajar û gundên Yemenê bûye sedema kuştina zêde ji 10 hezar kesan û birîndarbûna zêde ji 16 hezarkesên din ku piraniya wan sivîl in, herwiha ev êrişana bûne sedema  bihêzbûna grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ û El-Qayidê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu