CîhanNûçe

Li Amerîkayê êrîş: 2 mirî, 4 birîndar

Li Amerîkayê liş bajarê Louisvilleyê li herêma Wayneyê di Roja Spasiyê ya ku wek kevneşopiya her salê tê pîrozkirin de êrîşeke çekdarî pêk hat û di encama êrîşê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li Amerîkayê di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Spasiyê de li Parka Shawneeyê dema ku goga Amerîkayê dihat lîstin êrîş pêk hat û ew êrîş bû sedem ku malabtên bi zarokê xofê bigirin.

Hat diyar kirin ku derdora parkê tijî wesayitên ewlehiyê û tenduristiyê bûn û hîn nehatiye zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Berdevkê Polîsên Louisvilleyê Dwight Mitchell diyar kir ku ew li êrîşkaran digerin û jiyana 4 kesên birîndar ne di xetereyê de û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu