Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê sûcêk mezin tê kirin

NY hişyarî daye ku kêmasîya xwarekê li Yemenê gefê li canê 13 milyon kesî dike.

Lîza Girandê nunera NY li Yemenê gotîye ku dewama şêrr li Yemenê dikare bibe sedema xelaya herî giran a sedsala buhurî li cîhanê.

Wê herwiha got: Divê civaka cîhanê ji ber tişta ku Yemenê diqewime şermê bike.

NY ji Hevalbendîya Siûdî xwestîye ku êrişên xwe ku rewşa jîyana sivîlan xirabtir dikin, rawestîne.

Ji ber şerê li Yemenê bihaya xwarekê gellekî jorda çûye û diravê vî welatî jî qîmeta xwe ji dest daye.

Başa dön tuşu