Hat ragihandin ku li kampên penaberan yên Yunanîstanê 13 hezar penaberên tomarkirî winda ne.
Li gor çavkaniyên fermî yên Yunanîstanê ji 63 hezar penaberên ku heta niha navên wan hatine tomarkirin 13 hezar winda ne.
Di nûçeyeke rojnameya Wall Street Journal de hat îdiakirin ku ji wan 63 hezar penabêrên li Yunanîstanê hewiyane 50 hezarên wan hatine tesbît kirin û 13 hezar jî di amaran de xuya nakin.
Li gor rojnameyê penaberên winda ku rayedaran xwe negihandiye şopa wan tê texmînkirin ku reviyane welatên Ewropayê yan jî herêmên din ên nav Yunanîstanê.
Rayedarên Yunanî dibêjin, piraniya penaberên tên Yunanîstanê ji bo bi sînorên wan re derbasî welatên din ên Ewropayê bibin ku ji bo wê armancê tên Yunanîstanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)